Vegera awareyan ji kempa Hol didome

di nava kempa Hol de zêdetir ji 7 hezar malbetên Îraqî hebûn.
کوردستان TV
100%

Duhê jî 191 malbetên din ji vê kempê derketine.

Îdareya xweser ya demokratîk ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku, hewldanên wan bo vegerandina awareyên nava kempa Holê li gel welatên din didomin.

Di daxuyaniya îdareya xweser de hatiye diyarkirin ku, di çarçoveya wan hewldanan de tenê duhê yekşem 191 malbetên aware yên Îraqî ji vê kempê derketine û bo Îraqê hatine vegerandin.

Weke tê zanîn zêdetir ji 7 hezar malbetên Îraqî di nava kempa holê de bûne û heta niha hinek ji wan hatine vegerandin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.